|
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
BEŞA DUWEM
Axaftin
Mirov çi bi ramansazî (plan), çi ji ber xwe, her roj gelek
axaftinan dike. Axaftina rojane bêhtirê xwe bê ramansazî ye.
Mirov dema li rastî kesekî/ê tê, wê gavê çi were ser zimanê
me, em çi pêwîst bibînin, wê dibêjin. Axaftin bi peyva
‘Merheba, tu çawayî?’ dest pê dike û yek yekê vedike. Ger
dem hebe û kesê em pê re diaxivin hezkiryekî/e me be, vê
carê axaftin ji ber xwe ve dikeve warê ramansaziyê û tîr
dibe. Ji vê tîrbûna axaftinê re sihbet tê gotin.
Axaftin û sihbet di jiyana me ya rojane de karekî sereke ye
ku em nikarin dev jê berdin. Pêdiviya mirov bi axaftinê wiha
heye ku dema kesek li hember mirov tinebe jî, em xwe bi xwe
diaxivin. Ji ber ku jiyana mirov bê axaftin nabe.
Mirov hestên xwe, hêviyên xwe, ramanên xwe, daxwazên xwe
herdem dixwaze bi kesên din re parve bike. Rêka parvekirinê
jî ya tewra hêsan, axaftin e. Bêguman axaftin jî hunerek e,
ango hunerekê dixwaze. Ger mirov ne axaftinêrekî baş be, zû
bi zû kes guhdariyê li mirov nake. Ji xwe axaftin û
guhdarîkirin girêdayî hev in. Kesê ne xwediyê sebra
guhdarîkirinê be, nikare bibe axaftinêrekî baş jî. Dema
mirov li yekî guhdarî neke, ew jî li mirov guhdarî nake. Ev
tê wateya dilnizmiyê. Kesê axaftinêr dilnizm e. Ji xwe
zêdetir, kesê li hember xwe derdixe pêş, kul û kedera wî yan
kêfxweşiya wî parve dike. Ew kesê ezezokî , ew kesê
gazindokî, ew kesê dilketyê xwe be, qet nayê guhdarîkirin.
Di axaftinê de rêzdarî û hezkirin jî qasî dilnizmiyê grîng
in. Mirov li hember kesê pê re diaxive çiqasî rêzdar û
hezkar be ewqasî tê guhdarîkirin. Çawa ku mafê mirov ê
axaftinê heye, mafê kesê em pê re diaxivin jî yê axaftinê
heye. Divê mirov bi vê zanistiyê biaxive û dem bi dem rê
bide nêrînên wî/wê jî. Axaftin çiqasî ji dil be, vekirî û
rehet hatibe ser ziman ewqasî bandûreke erênî li ser kesê
guhdar çêdike. Bi axaftinê divê mirov kêfxweşiyekê bide kesê
li hemberî xwe û bi xwe jî kêfxweşiyekê ji axaftina xwe
bistîne. Divê axaftin ne bi gincir be, ne tûj û tîj be, divê
wek hingiv şêrîn, wek avê herak be.
Herkes dikare bêje, lê herkes nikare biaxive. Gotin tişteke
û axaftin tiştekî din e. Divê mirov vê cudahiyê jî bizanibe.
Dema hinek kes gotinekê dibêjin, di dil wan de ew diaxivin;
lê çi dibêjin ew bi xwe jî nizanin. Ji kesên wiha re dibêjin
ku, ‘Qey dengê te naçe guhê te? Ma tu nizanî tu çi dibêjî?’
Kesê diaxive divê bizanibe ku çi dibêje. Axaftin; çi hatibe
plankirin, çi nehatibe plankirin, herdem pêwîst e bi
zanistiyeke axaftinêrî were bikaranîn. Dema mirov li yekî
rast tê, dema mirov sihbetekê bi yekî re dike, dema mirov di
panêlekê de, di konferansekê de diaxive tev divê li gorî
cewherekî axaftinêrî werin kirin. Ev jî dilnizmî, rêzdarî,
hezkarî, sebrînî, dilpakî û hwd. pêwîst dike. Em axaftinê li
ser mînakan bibînin:
Mînak:
- Merheba cîran, tu çawayî?
- Tu sax bî. Ez baş im ya tu çawayî? Çi heye, çi nîne?
- Wele saxiya te; ez jî baş im. Zarok çawa ne?
- Destê te diramîsin. Diçin dibistanê.
- Yê mezin hîn ne qedandiye?
- Na wele. Îsal wê biqedîne. Xwedê hez bike wê bibe
bijîjk.
- Pir baş e. Pêdiviya vî welatî gelekî bi bijîjkan heye.
Mirov diçe nexweşxaneyê, li ber deriyan rezîl dibe. Tu
çewalek pere dirijîne jî, bijîjkek nîne ku li te binêre.
- Dibêjin nizanim her serê çendsed nesaxan bijîjkek
dikeve. Wele karê nesaxan zor e. Xwedê alîkarê wan be.
Qey ti nesaxiyên te hene?
- Na wele tu dizanî maliya me hergav nexweş e. Em ti
caran ji nesaxiyên wê xelas nebûn.
- Xwedê şîfayê bide. Ku tu destûra min bidî ezê biçim.
Divê bigihêm ser gerdûneya saet heftê.
- Destûr a te ye. Rojekê werin çayeke me vexwin.
- Serçavan. Ger derfet çêbibe, emê werin.
Di vê mînakê de tê dîtin ku axaftin çiqasî were dirêjkirin
jî yek ji yekî aciz nabe, ji ber ku her du jî diaxivin û yek
xwe ji yekî mezintir nabîne, rê dide nêrîna yê din. Dîsa tê
dîtin ku axaftin destpêkê bi awayekî bê ramansazî dest pê
kiriye, lê pişt re dikeve warê sihbetê û li ser bijîjkiyê
planekî digre. Lê niha em li vê mînaka jêrîn binêrin û
axaftina ne di cih de bibînin:
Mînak:
- Merheba cînar bi ku de?
- Merheba, merheba. Wele ji nexweşxaneyê têm. Tama vê
dinyê nemaye. Derî bi derî ez serî li bijîjkan didim,
min ti derman ji vê maliya me re nedît. Wê halê vî
welatî çawa be? Ne bijîjkek heye, ne dermanek heye!
Mirov bi pereyê xwe rezil dibe. Ê tu çawayî bi ku de
diçî? Çi heye, çi nîne?
- Tu sax bî, divê ez bigihêm gerdûneya heftan. Ez dereng
mam, biborîne.
- Çi nabe, çi nabe. Silavan li zarokan bike. Ma yê te yê
mezin hîn dibistan neqedandiye ku biba bijîjk, em ji vî
halî xelaskrana?
-Na.
...
Di vê mînakê de tevî ku axaftin ji mînaka berya vê kintir e
jî, tê dîtin ku kesê li hember wî naxwaze guhdariya wî bike
û dixwaze bi lez xwe ji nava lepên wî bifilitîne. Axaftin ji
bo bi yek alî ye, guhdar aciz dike û her kore dibe, yek yekê
venake.
***
|